Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Balafirên Şer Yên Amerîka bi Şaşî li Asmanê Kuweytê Hatine Xistin

CENTCOM Syria
CENTCOM Syria

Leşkerê Amerîka ragihand, Sê balafirên şer yên curê (F-15 Strike Eagles) li asmanê Kuweytê ketine xwarê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragehand, “li roja Yekşemê demjimêr 11.03ê şev û li dema şerekê li asmana Kuweytê ku firoke û mûşekên balîstîk û dronên Îranê têde hebûn bi şaşî Sê balafirên Amerîka ji alîya berevanîya asmanî ya Kuweytî ve xistine xwarê.”

Herwiha got, firokevan bi pereşûtan xwe berdane xwarê û silametîn.

CENTCOM da zanin, Kuweytê ev bûyere nas kir, û got, "em ji bo hewildanên hêzên çekdarên Kuweytê û ji bo piştgirîya wan di vê operasyonê de spasdar in.”

Artêşa Amerîka ragihand, ku lêkolîn li ser sedema bûyerê tê kirin û her zanyariyên zêdetir hebin dê werin belavkirin.

Berdevkê Wezareta Berevanîya Kuweytê got, li roja Duşemê hejmarek balafirên şer yên Amerîka ketin xwarê û hemû firokevan saxin û silametin. Wî got ku alîyên peywendidar, firokevan şandin nexweşxaneyê da ku ewlehiya wan misoger bikin.

Ragehandina Kuweytê got, ku wan rasterast bi hêzên Amerîka re li ser bûyerê hevkarîyan dikin û pêngavên ewlehîya hevbeş dihavêjîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG