Breaking News

Hêzên Siyasî Peyama Washingtonê ji bo Herêma Kurdistanê Çawa Şîrove Dikin?

Daxuyanî û helwestên dawî yên Washingtonê careke din bal kişandine ser rewşa siyasî ya Herêmê û peywendiyên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de û dosyaya avakirina hikûmeta nû.

Ev yek piştî ku nûnerê taybet ê Amerîkayê, Tom Barrack, di peyameke xwe de îro Sêşemê destnîşan kir ku "yekîtîya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bihêz, stûneke bingehîn e ji bo Îraqeke bihêz û aram."

Peyama Barrack, li ser peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, hat ku tê de ragihandibû ku piştî serdana xwe ya Bexdayê, ew ligel Barrack axivîye û herdu aliyan li ser pêdivîya parastina hêz û yekîtîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina nakokîyên bi hikûmeta federal li gor destûra Îraqê lihev hatin.

Herdu alîyan herwiha piştgirîya ji bo hevkarîya berdewam di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de dubare kir.

Hefteya borî jî, Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de ji bo Dengê Amerîka got ku Washington piştgirîya Herêmeke Kurdistanê ya bihêz dike û handana diyalogê di navbera alîyên siyasî yên Herêmê de dike.

Mesûd Heyder: Peyama Barrack Bangeke Eşkere ye ji Bo Lihevhatin û Avakirina Hikûmetê ye

Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Wekîlê berê yê Wezîrê Darayî ya Îraqê, Mesûd Heyder, dibîne ku peyama Barrack "peyameke siyasî ya eşkere" ye ji bo herdu partiyên sereke yên Kurdistanê ku li ser avakirina hikûmetekê li hev werin.

Heyder ji Dengê Amerîkayê re got: "hêza Herêma Kurdistanê û yekîtîya sazîyên wê beşek ji hêza Îraqê û aramîya wê ye, û ev peyam bang li hêzên Kurdistanê dike ku nakokîyên xwe li pişt bihêlin û hikûmetekê ava bikin ku li ser bingeha hevkarî û berpirsyarîyê be."

Mesûd Heyder, Wekîlê berê yê Wezîrê Darayî ya Îraqê,
Mesûd Heyder, Wekîlê berê yê Wezîrê Darayî ya Îraqê,

Derbarê rola Washingtonê di nêzîkkirina alîyên siyasî yên Kurdistanê de û ka çawa dikare rê li ber kûrbûna nakokîyan bigire, endamê PDK'ê got: "Rola ku ji Washingtonê tê hêvîkirin ew e ku ji alîyekî ve lihevhatina navbera alîyên Kurdistanê han bide, û ji alîyê din ve jî piştgirî bide giftûgoyeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de."

Mehmûd Xoşnaw: Peyama Barrack Hişyarîyek e Bo Hêzên Siyasî yên Kurdî

Ji alîyê xwe ve, endamê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Mehmûd Xoşnaw, dibîne ku hêza Herêma Kurdistanê di yekîtîya hêzên siyasî, xwendineke rast a rewşa siyasî û siyaseta serkeftî ya rêvebirina desthilatdarîyê de ye.

Xoşnaw ji Dengê Amerîkay re got ku peyama Barrack dikare wek "wesifkirina rastîyê ye û hişyarîyek di heman demê de".

Li gor wî, peyam dibêje eger alîyên siyasî dixwazin Herêmeke bihêz hebe, divê yekîtîya biryarê, yekîtîya rêzê û mekanîzmên hevkarîyê yên navbera hêzên siyasî hebin.

Mehmûd Xoşnaw Endamê YNKê
Mehmûd Xoşnaw Endamê YNKê

Xoşnaw dibeje, her gavê ku dibe sedema aramî û geşedanîyê, Herêmê xurt dike, lê her gavê ku dibe sedema têkçûna aramiyê, dubendiya siyasî an jî dûrxistina aliyekî siyasî, Herêmê lawaz dike.

Wî bang li Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ku di danûstandinên avakirina hikûmetê de nermtir be, û diyar kir ku gelek hêzên siyasî, wek YNK, Nifşa Nû, Komela û Yekgirtûya Îslamî, niha di dîmena siyasî de anko Parlemanê de ne amade ne û vê yekê wek nîşaneyek ji dubendîya siyasî di Herêmê de pênase kir.

Tevî zelalîya helwesta Amerîkî, serkeftina van banga Balyoz Barrack û Wezareta Derve dê bimîne girêdayî bi karyarên partiyên Kurdî ya ji bo wergerandina têgeha "yeketya herêmê" li ser lihevkirinên praktîkî ji bo pêkanîna hikûmetê, dabeşkirina desthilatê û rêvebirina dosyayên nakokbar.

XS
SM
MD
LG