Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşmerge û Piştgirîya Amerîkayê Piştî Dawîhatina Rêkeftina Têgihiştinê

Piştî dawîhatina Rêkeftina Têgihiştinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Cengê ya Amerîkayê de, siberoja piştgirîya leşkerî ya Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmerge bûye mijara gotûbêjan.

Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, li kêleka Forûma Diyaloga Menameyê li Behreynê, bi Michael Dimino, cîgirê alîkarê Wezîrê Cengê Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Nêzîk û Asyaya Navîn re hevdîtinek kir.

Îsmaîl, piştî hevdîtina xwe bi Dimino, li ser malpera X'ê ragihand ku di hevdîtinê de li ser bicihanîna mercên Rêkeftina Têgihiştinê nîqaş kirine û hemû mercên wê bi serkeftî hatine bicihanîn.

Li gor gotina wezîr, Dimino jî ji bo ji nû ve rêxistinkirin û yekbûna hêzên Pêşmerge pîrozbahî kir û ev gav weke gaveke girîng binav kir.

Li ser vê mijarê, General Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge, ji Dengê Amerîka re hûrgilîyên Rêkeftina Têgihiştinê ya ku di meha Îlonê de bidawî hat û behs kir ku ev Têgihiştinê li sala 2022'an destpê kiribû û xala herî girîng têda yekbûna hêzên Pêşmerge ji alîyên îdarî, darayî, qanûnî û operasyonî ve.

Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge
Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge

Yawir got ku Wezareta Pêşmerge gelek caran daxwaz ji Washingtonê kiriye ji bo nûkirina peymanê û berdewamîya piştevanîya darayî, lê heta îro tu bersiv nehatiye aya dê rêkeftinek nû hebe an ne. Lê General Yawer tekez kir ku her alîkarî an piştevaniyek di siberojê de wê bi rêya hikûmeta Îraqê be.

Parlementerê Kurd û endamê Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlamana Îraqê Şêrwan Doberdanî, hişyarî da ku nebûna piştgirî û alîkarîyên darayî dikare bandoreke nerênî li ser hêzên Pêşmerge bike.

Wî bal kişand ser vê yekê ku di budceya federal a sala 2027'an de tu bodceyeke taybet ji bo Pêşmerge nehatiye destnîşankirin, tevî danûstandinên di navbera şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo garantîkirina para Herêma Kurdistanê berdewam in. Wî derbarê encama van danûstandinan de jî bêhêvîbûna xwe anî ziman.

Doberdanî got, "Îro erkê hikûmeta federal e ku hêzên Pêşmerge, Hêzên Parastina Sînor û hêzên din ên girêdayî Wezareta Navxweyî fînanse bike. Em li bendê ne ku budceya federal di rojên pêş de bigihe Parlamanî da ku bibînin ji bo hêzên Pêşmerge di nav budceya artêşa Îraqê û hêzên din de çi qas pere hatiye terxankirin."

Parlemnaterê Kurd herwiha diyar kir ku "Ji ber vê yekê, niha em nikarin bêjin ka piştgirî ji aliyê hukûmeta federal ve heye an tune ye. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya Wezareta Pêşmerge û di çarçoveya serdanên şandeya Kurdî bo Bexdayê û hevdîtinên bi berpirsên Wezareta Darayî re, mijara budceyê û para Herêmê gotûbêj dike. Di hevdîtina dawî de bi Wezîrê Darayî yê Îraqê re, civîn bi awayekî gelek erênî derneket."

Doberdanî herwiha behsa zehmetîyên di danûstandinên di navbera hikûmetên federal û Herêma Kurdistanê de kir, bi taybetî li ser rêjeya beşê Herêmê ji budceya giştî û pêdivîyên aborî. Ew hêvî dike ku di qonaxa bê de, bi tevlêbûna serokê hikûmeta Îraqê, alîkarî û fînansekirina Hêzên Pêşmerge were misogerkirin.

Di bersiva pisrekê de derbarê helwesta fermî ya Wezareta Cengê ya Amerîkayê derbarê civîna Menama û paşeroja piştgirîya hêzên Pêşmerge de, Pentagonê gote Dengê Amerîkayê ku tiştekî din yê nû tune ye ji bilî daxuyanîya fermî ya berê ya Berdevkê Bilind ê Pêntagonê Sean Parnell li ser dawîhatina erkê leşkerî ya Amerîkayê li Îraqê Wezîrê Berevanîyê li 30'ê Îlona bûrî hatibû weşandin.

Di wê daxuyanîyê de, Pentagonê sê xalên sereke destnîşan kirin, Yekem, hêzên ewlekarîya Îraqê, di nav de hêzên Pêşmerge, divê berpirsiyarîya sereke ya şopandin û têkbirina Daişê hilgirin. Duyem, "Piştgirîya Amerîkayê di qonaxa nû de dê pirtir li ser rahênan û alîkarîya îstixbaratî be." Sêyem, Wezareta Cengê tekez kiriye ku hikûmeta Îraqê berpirsiyarîya sereke ya çareserkirina pirsgirêkên ewlekarîyê, di nav de gefên Daişê û komên çekdar ên girêdayî Îranê, hildigire.

Di heman demê de, Întîfad Qenber, serokê Rêxistina Komîteya Parastina Kurd li Washingtonê, di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê de, bang li Amerîkayê kir ku fînanskirina hêzên Pêşmerge ji nû ve dest pê bike.

Întîfad Qenber, siyasîyê Îraqî û serokê Rêxistina Komîteya Parastina Kurd li Washingtonê
Întîfad Qenber, siyasîyê Îraqî û serokê Rêxistina Komîteya Parastina Kurd li Washingtonê

Qenber got, "Fînanskirina hêzên Pêşmerge û îmzekirina Rêkeftina Têgihiştinê ji bo Amerîkayê yek ji pêşînîyên herî girîng e. Em bi bi hêz daxwaz dikin ku Amerîka fînanskirina hêzên Pêşmerge ji nû ve dest pê bike. Pêşmergeyan ji bo parastina Îraqê, Kurdistan û berjewendîyên Amerîkayê canên xwe, xwîna xwe û malbatên xwe kirine qurbanî. Fînanskirina Pêşmergeyan ne alîkarîya mirovahî ye. Ev pêdivîyek bingehîn û pêşînîyek ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê ye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG