Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koçberên ji Meksîkê di Hewlên Derbasbûna Sînorê Amerîkayê de Berdewam in


USA-Mexico-Border-Crossing
USA-Mexico-Border-Crossing

Malbatên ji Meksîk bi rêya çemê Rio Grande li wîlayeta Teksas derbasî sînorê Amerîka dibin. Tevî danîna bendên nav avê, koçber rêya xwe berdewam dikin.

Wezareta Dadê ya hikumeta federal ya Amerîka gilî li li wîlayeta Teksas dike piştî destpêşxeriya fermandarê Komarî Greg Abbott ya bi navê Operasyona Lone Star ji bo danîna bendên nav avê. Tevî ku reveberiya Biden îsal qanûnên koçberiyê tund kirine, di meha borî de tenê nêzîk 100,000 koçberên bi qaçax li ser sînorê Meksîk û Amerîka hatin girtin.

Digel bendên li ser sînor, operasyona Abbott bûye sedema şandina bi hezaran Pasevanên Niştîmanî û herwisa şandina autobûsên koçberan bo bajarên piraniya wan Demokrat. Pasevanên Niştîmanî têlên tûj li ser sînor danîne da kû rê li koçberên bi reya çemê Rio Grande tên, bigrin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG