Çavkanîyelê Wizareta derve ya Tirkiye ragehand, wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di peywendîyeka telefonî danûstandin digel wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo derbarî pirsa Moşekên S 400 yên Rûsya û balafirên F-35 Yên Amerîka kirin.
Çavkanîyê aşkira nekir danûstandin kengî hatîne pêkanin. Amerîka nerazîye liser kirîna moşekên S 400 ji aliyê endameka NATO ve û bersif bi ragirtîna beşdarîya Tirkiye di programê F-35 de da.
Herwesa di peywendiya herds aliyan da behsî rewşa Sûrîye hate kirin.