Wezareta Derve ya Amerîka Rapora Terorîzmê ya Welatan (CRT) ya 2020'an weşand.
CRT ya ku salane tê weşandin û rewşa her yek welatî bi rengekî berfireh û bi hûrgulî dinirxîne.
Rapora îsal bi daxuyanîyeke wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken hate dîyar kirin.
Blinken da zanîn ku dema ku Amerîka bi armanca tekoşîna hember xeterîyên pêşketî nêzîkatîya xwe ya dij-terorîzmê nûjen dike, CRT di nirxandina hawîrdora terorîzma cîhanî de wek çavkanîyeke hêja û girîng xizmetê dike.
Di beşa Tirkîyê ya raporê de hat gotin ku 'jibo terorîstên biyanî welatekî derbazbûn û çavkanî ye'.
Hevdem, di raporê de tê bibîrxistin ku Tirkîyê beşek ji Koalîsyona Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û Foruma Cîhanî ya Dijî Terorê ye.
" Tirkîyê bo terorîstên biyanî yên ku hem dixwazin tevlî DAIŞ û komên terorîst yên din yên li Sûrîye û Iraqê şer dikin bibin, hem jî yên ku dixwazin ji van welatan derkevin, çavkanî û welatekî derbazbûnê ye.
Li gor Wezareta Karên Naxve, Tirkîyê ji 2015’an heya Berfanbara 2020’an 8 hezar û 143 kes bi gumana têkilîya bi terorê re dersînor kiriye; Nêzî 100 hezar nav ji ketina welêt hatiye qedexe kirin.
Li gor çavkanîyên berdest, heta dawîya 2020’an, Tirkîyê 2 hezar û 343 kes bi gumana alîkarîya DAIŞ’ê desteser; derbarê 333 ji wan kesan de jî tedbîrên hiqûqî girtiye. "
CRT destnîşan dike ku Tirkîyê car caran jî bêyî ku welatê armanc berê agahdar bike, çekdarên terorîst ên biyanî dersînor dike; lê, piştî ultîmatoma 2019 ya bo welatên Ewrupa ku digot hemwelatiyên xwe paşve werbigirin, kordînasyona bi van welatan re baştir bûye.
Her wiha rapor de di derbarê çalakîyên PKK'ê û operasyonên Tirkîyê yên dijî PKK'ê li bakurê Îraqê û bakurê Sûrîyê de agahîyan eşkere dike; lê navê YPG'ê ku Enqere 'bi sedema ku baskê PKK'ê ya li Sûrîyê ye' wek rêxistineke terorê qebûl dike, derbaz nabe.
Rapor balê dikşîne ku 'desteserkirin û girtinên sîyasî yên rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, parêzer û sîyasetvanan, bi sûcdarîya piştgirî û alîkarîya PKK'ê, di 2020'an de jî berdewam kir.'
Di raporê de ku behsa rêxistina Gulen jî tê kirin, bo Fetullah Gulen gotina 'kesekî sîyasî yê bi dilxwazî li sirgûnê ye' hatiye bikaranîn.
"Piştî hewldana derbeya 2016'an hikûmetê ev tevger weke Rêxistina Terorê ya Fetullahî - FETO binav kir. Lê, FETO ji hêla Amerîkayê ve wek rêxistina terorê nayê qebûlkirin," di raporê tê gotin.
CRT eşkere dîyar dike ku hikûmeta Erdohan ji hewldana derbeya 2016’an vir ve zêdeyî 125.000 karmend ji kar avêtine, pirtirî 96 hezar welatî hatine girtin û zêdeyî hezar û 500 sazî yên sivîl jî bi îdaya ku bi FETO re têkildar in hatine girtin."
Rapora wezareta derve ya Amerîka, Tirkîyê jiber ku ' jibo krîmînalîzekirina mafê xwepêşandanên aştîyane û azadîya derbirînê' pênaseya terorê bi rengekî berfireh bikar tîne, rexne dike.
Rapor eşkere dike ku li gor pêzanînên Wezareta Karên Navxwe yên Tirkîyê, di 7 mehên destpêkê yên 2020'an de, ser 14 hezar û 186 hesabên medyaya civakî hatine hatine lêkolînkirin; di derbarê 6 hezar û 743 ji wan de bi îdaya ku "propagandaya terorê kirine" lêpirsînên dozgerî hatine destpê kirin.