Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Spî Bi Niyaze Rêvebira Berê Ya Dengê Amerîka bo Seroktiya USAGM Kandîd bike


Rêvebira berê ya Dengê Amerîka Amanda Bennett 
Rêvebira berê ya Dengê Amerîka Amanda Bennett 

Koşka Spî ragihand ku ew bi niyaze rêvebira berê ya Dengê Amerîka Amanda Bennett kandîd bike bo serktiya Ajansa Amerîka ya Medya Globalî (USAGM).

Roja Înê êvarî xanim Bennett ji Dengê Amerîka re got:

“Serbilind im bi kandîdkirinê û eger piştrast bibe, ez gelekî şanazî dikim ku kar bi rojnamevanên jêhatî yên USAGM re bikim, ku karekî dijwar û girîng li seranserî cîhanê dikin ji bo bilindkirin nirxên rojnamegeriya azad.”

Seroka USAGM bi wikalet xanim Kelu Chao ev nûçe di nameyeke eliktronî de ji bo hemî karmendên ajansê ragihand.

USAGM çavdêriya pênc torên medyayî dike ku Dengê Amerîka yek ji wan e.

Chao di nameya xwe de got ku ew çaverêne Kongrês vê yekê pesend bike û xanim Bennett dest bikar bike.

Serok Joe Biden roja 20ê meha Hizêrana 2021 Kelu Chao wek seroka demkî ya dezgehê binav kir.

Xanim Bennet ku 69 salî ye, ji sala 2016 heta 2020an rêvebira Dengê Amerîka bû û dest ji kar vekişand, piştî ku serokê berê yê dezgehê Michael Pack ji aliyê serokê berê yê Amerîka Donald Trump ve hatibû destnîşankirin.

XS
SM
MD
LG