Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Tevî Nenaskirina Hikûmeta Esed Ew Dê Alîkariyên Erdhejê Bigihîne Sûriyê


Amerîka roja Sêşemê got ku ew bi hevkarên xwe re kar dike ji bo peydakirina alîkariyên erdhejê li Sûriyê tevî ku hikûmeta Şamê nas nake, piştî ku wê du tîmên rizgarkirinê şandin Tirkiya cîran.

Stephen Allen, ê ku serpereştiya bersivdayînê li ser erdê ji bo Ajansa Amerîkî ji bo Geşepêdana Navnetewî dike, got ku USAID alîkariyên ku berê dihatin peydakirin ji bo Sûriyan di dema şer de dê ji nû ve araste bike.

Wî ji rojnamevanan re got: "Me niha zincîreke temam ya bersivên mirovahî li bakurê rojavayê Sûrîyê heye."

Wî got ku alîkariya Amerîka li Sûriyê ew alîkariya hewldanên rizgarkirinê û pêwîstiyên din ên bilez e, di nav de peydakirina sitargeh û xwarinê.

Wî red kir ku navên komên ne-hikûmî yên ku bi Dewletên Yekbûyî re dixebitin, bike, ji ber ewlehiya operasyonê.

Lê wî bal kişand ku piraniya wêraniya erdheja roja Yekşemê li Sûriyê li deverên derveyî kontrola Serok Beşar el-Esed bû, yê ku piraniya welat control kir piştî nêzîkî 12 salan ji şerê hovane.

Amerîka, ku li cezakirina berpirsên binpêkirinan digere, normalîzekirinê red kir, di nav de her alîkariyên rasterast ji bo nûavakirinê bi Esed re, yê ku peywendiyên xwe bi hin dewletên Ereb û Tirkiyê re vedigerîne.

Çavkanî: AFP

Kerem kin nûçeyên dawî ji bloga me ya zindî bişopînin: https://www.dengeamerika.com/a/6950067.html

XS
SM
MD
LG