Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

USAID Dibêje Genimê ku Şandîye Sûrîyê li Gor 'Pîvanên Ewlehî' Ye


Ajansa Amerîkî ya Pêşvebirina Navnetewî (USAID) dibêje tovên genim ku şandîye bakur û rojhilata Sûrîyê li gor pîvan û standardên ewlehî û qalîtîyê ye.

Ev yek hat piştî ku hikûmeta Sûrîyê hinek salixdan belav kiribû derbarê xirabîya geminê ku ajansa Amerîka şandîyê bo cotkarên deverê.

Hefteya borî, USAID 3,000 ton ji tovên gemin pêşkêşî bakur û rojhilata Sûrîyê kir wekî alîkarî di vê rewşa aborî ya xirab ku herêm tê re derbaz dibe.

Lê hikûmeta Sûrîyê roja Sêşemê got ku ev genim jibo çandinîyê xirab e û bang li cotkarên deverê kir ku vî tovî bikar neyînin.

Karbidestekî gerîneya çandinîyê li parêzgeha Hesekê ji ajansa SANA ya dewletê re ragihand ku “şîroveyeke wan dîyar kir ku kurmên erdê bi navê nematode bi rêjeya 40% di nav gemin de heye û ev yek jibo zevî û çandinîyê xirab e.”

Lê berdevkekî USAID li Washingtonê ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku berî ev tov werin şandin, ew jibo ewlehî û qalîtîyê tên test kirin.

“USAID tovên genim yên ji celebên Adana û Cîhan digihîne cotkarên Sûrî. Ev tov ji herêmê ne û dikevin bin çend testan li lêkolîngeheke bawerpêkirî li Herêma Kurdî ya Îraqê da ku jibo qalîtîya wan were piştrast kirin berî ku bên şandin û belav kirin li nav cotkarên bakur û rojhilata Sûrîyê,” berdevkê USAID got.

Karbidestê Amerîkî herwiha da zanîn ku “ev tov jibo paqijî, rêjeya geşebûnê, pîsîtî, hebûna ceh û kur û nexweşîyan tên test kirin.”

Li gor raportên xwecihî, hinek cotkaran ev tov wergirtine û dest bi çandinîya zevîyên xwe jî kirine.

Devera bakur û rojhilata Sûrîyê bi piranî li jêr destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, ku ew jî hêzeke leşkerî bi serkêşîya Kurdan e ku bûye hevalbendeke girîng ya Amerîkayê di şerê dijî mîlîtanên DAIŞ’ê de.

Hikûmeta Sûrî xwedî hebûneke kêm li vê deverê ye û pênasînê bi Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê nake. Ew herwiha li dijî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li deverê ye. Dora 900 leşkerên Amerîkî li bakur û rojhilata Sûrîyê dimînin, wekî beşek koalisyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê.

Di vê derbarê de, şîrovekarê siyasî John Saleh dibêje ku “rejîma Esed ligel hevalbenda xwe ya serekî, Rûsya, naxwazin ku pêşketin li devera Kurdî çê bibe, bi taybet eger ev pêşketin bi alîkarîya Amerîkayê be.”

Saleh ji Dengê Amerîka re got ku hikûmeta Sûrîyê dixwaze bakur û rojhilata Sûrîyê di warê aborî de lawaz bimîne bi hêvîya ku rojekê dîsan herêmê kontrol bike eger hêzên Amerîkî derketin.

“Jiber vê yekê, ew van nûçeyên nerast belav dikin da ku tirsê têxin dilên cotkarên ku pir pêdivîya wan di vê demê de bi alîkarîyê heye,” Saleh da zanîn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG