Bezvanê berê yê navdar Usain Bolt dîyar kir ku bi vîrusa korona ketiye.
Usain Bolt yê 34 salî ji Twitterê da zanîn ku roja Şemîyê testa vîrusa korona kiriye û encama wê pozîtîf derketiye.
Bolt bang li heyranên xwe kir ku dijî vîrusa korona bi baldar bin.
‘’Bo kesên hûn jê hez dikin ewle bin, li gor mesafeya civakî tevbigerin’’ Bolt got.
Wî Îna borî bo 34 salîya xwe pîrozbahî kiribû û dîmenên ku nîşan didan ku beşdaran mask nedane ber rûyê xwe û li gor mesafeya civakî tevnagerin, li ser medya civakî hatibûn belav kirin