Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka li Bexda: Helwesta Serok Trump Derbarê Îranê Zelal e

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê got ku “Serok Trump bi awayekî zelal gotiye ku rejîma Îranê nikare li ser têkbirina aramîyê li herêmê berdewam bibe.”

Balyozxaneyê îro Şemîyê ev daxuyanî li ser platforma Xê belav kir, li demekê ku girjî di navbera Amerîka û Îranê de aloztir dibin.

Amerîka gelek caran helwesteke tund li dijî "serederîyên xirab" yên Îranê li Rojhilata Navîn nîşan daye.

Serokê Amerîkayî Donald Trump roja Pêncşemê gotibû heta 15 rojan bi rejîma Îranê re heye ku bigihêje rêkeftinekê ji bo dawîkirina çalakîyên xwe yên xirab, li demekê ku Amerîka hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde dike bo givaştinê li Tehranê bike ku daxwazên Amerîkayî qebûl bikin.

XS
SM
MD
LG