Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Careke Din Îdî’ayên Îranê Derew Derdixe

Keştiya USS Abraham Lincoln
Keştiya USS Abraham Lincoln

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro careke din idî’ayên rejîma îranê li dor armanckirina keştîya firokhilgir a Amerîkî bi dron û mûşekan derew derxistin.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got ku,”Pêşî rejîma Îranê pênc rojan li pey hev dubare îdî’a kir ku wan USS Abraham Lincoln (CVN 72) binav kiriye.”

Lê CENTCOM dibêje“Niha, rejîm îdî’a dike ku keştîya balafirhilgir bi mucîzeyekî dîsa derketîye holê û piştî "rûbirûbûna bi mûşek û dronên Îranî re "ji qada şer derketîye".

CENTCOM’ê pêkenîna xwe bi van îdî’ayan anî ziman û got,”Ma pêwîstî bi axaftina bêhtir heye?”

Wê wêneyên firîna hin firokeyan ji ser pişta keştîyê li ser X’ê parve kirin û got ku ew” wêneyên îro li Deryaya Erebî ne.”

XS
SM
MD
LG