Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şiyanên Keştîya Firokhilgir Abraham Lincoln Çi ne?

Keştîya firokhilgir Abraham Lincoln û hejmarek keştîyên pê re
Keştîya firokhilgir Abraham Lincoln û hejmarek keştîyên pê re

Keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln û keştîyên pê re niha li avên Rojhilata Navîn, bi taybetî li nêzîkî Îranê, bi cih bûne. Ji ber mezinahî û şiyanên wê, keştîya firokhilgir wekî bajarekî li deryayê tê binavkirin.

Keştî bi enerjîya navokî dixebite û dikare 20 salan bêyî dagirtina sotemenîyê di kar de bimîne. Hêza wê ya navokî ji hêla du navendên navokî ve tê hilberandin ku dikarin enerjîya têr ji bo bajarekî biçûk peyda bikin.

Serbazeke tîma teknîkî ewlehîya alavên esmanî yên keştîya firokhilgir Abraham Lincoln kontrol dike.
Serbazeke tîma teknîkî ewlehîya alavên esmanî yên keştîya firokhilgir Abraham Lincoln kontrol dike.

Nêzîkî 5,700 kes li ser keştîyê hene, di nav wan de tîmên hêzên deryayî û esmanî, û herwiha tîmên teknîkî, lênêrînê bijîşkî, xwarin û paqijîyê. Ji wan, nêzîkî 2,500 kes di tîma hêzên esmanî de ne.

Serbaz li baregeheke deryayî keştîya firokhilgir Abraham Lincoln girêdidin.
Serbaz li baregeheke deryayî keştîya firokhilgir Abraham Lincoln girêdidin.

Keştî bi qasî 333 metreyan dirêj e, 77 metreyan pehin e û 75 metreyan bilind e, ku bilindahîya avahîyeke 20 qatî ye. Giranîya wê bi qasî 100,000 ton e û leza wê bi qasî 55 kîlometre di demjimêrekê de ye.

Keştîya firokhilgir a Abraham Lincoln
Keştîya firokhilgir a Abraham Lincoln

Keştî bi giştî nêzîkî 65 heta 75 balafir û helîkopteran hildigire, her çend ew dikare bêtir jî hilgire, di nav de:

1. F/A-18 Super Hornet dikare heta 700 kîlometreyan biçe û li ser erdê di dûrahîya 250 kîlometreyan de mûşekek SLAM-ER (AGM-84) bavêje û vegere keştîyê, lê heger sotemenî li esmên lê were dagirtin, ew dikare heta 2,000 kîlometreyan biçe.

Balafireke F/A-18E Super Hornet dadikeve ser pişta Abraham Lincoln
Balafireke F/A-18E Super Hornet dadikeve ser pişta Abraham Lincoln

2. EA-18G Growler ji bo têkbirina radarên dijmin û pergalên parastina esmanî tê bikar anîn.

Balafira Growler EA-18G ji ser Abraham Lincoln difire
Balafira Growler EA-18G ji ser Abraham Lincoln difire

3. E-2D Hawkeye, ji esmên ve hişyarîya zû ya her hewldana êrîşê li ser keştî û keştîyên pê re peyda dike, di heman demê de çavdêrîya êrîşên esmanî û kontrola esmanî li herêmê hêsan dike.

Balafira E-2D Hawkeye di erkeke çavdêriyê de li ser Abraham Lincoln dadikeve.
Balafira E-2D Hawkeye di erkeke çavdêriyê de li ser Abraham Lincoln dadikeve.

4. Helîkoptera MH-60 Seahawk ew berpirsîyara çavdêrîya avên nêzîkî keştîya firokhilgir û keştîyên pê re ye, û her wiha di demên qezayan de bi karê rizgarkirina deryavan û firokvanan radibe.

Helîkoptera MH-60 Seahawk
Helîkoptera MH-60 Seahawk

Keştîya balafirhilgir Abraham Lincoln û keştîyên din ên pê re bi hejmarek sîstemên parastina mûşekan ên pir pêşketî hatine sazkirin ku dikarin tevahîya keştîyan ji her êrîşeke mûşekî biparêzin.

Keştiya firokhilgir ji hêla hejmarek keştîyan ve tê piştgirîkirin, di nav wan de jî ya wêranker Spruance, Michael Murphy û Frank E. Petersen Jr. Ev wêranker dikarin bi dehan mûşekên krûz bavêjin û ji sed kîlometreyan dûr ve bi duristî li armancên xwe bidin, û her wiha du helîkopterên MH-60 Seahawk li ser wan hene.

Keştîya wêranker USS Spruance
Keştîya wêranker USS Spruance

Gelek caran keştîyên binavê bi wan re ne, lê ji ber nehênîya leşkerî cihên wan nayên eşkerekirin.

Şiyanên vê keştîya firokhilgir a Amerîkî ew in ku dikare bi berdewamî tevahîya esman û deverên derdorê heta dûrahîya zêdetirî 400 kîlometreyan kontrol bike.

XS
SM
MD
LG