Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin li Rojhilata Navîn Serdana Tîma Firokhilgira 'USS Ford' Dike


Austin di dema gihiştina serdana USS Ford de
Austin di dema gihiştina serdana USS Ford de

Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin roja Çarşemê di çarçoveya serdana xwe ya li Rojhilata Navîn de serdana karmendên keştiya firokhilgir ya Amerîkî USS GERALD R. Ford kir.

Ev keştîya firokhilgir piştî êrîşên 7'ê Cotmehê yên ser Îsraîlê bo rojhilatê Deryaya Sipî hatibû şandin.

Di vê serdanê de, Austin behsa wê yekê kir ku derbasbûna Îsraîl ji operasyonên leşkerî yên mezin li Gazayê bo operasyonên hûrtir û armancbertir, dibe ku aloziya navçeyê kêm bikin, heman alozîyên ku bûbûn sedema şandina USS Ford.

Keştiya firokhilgir ya ku bi enerjiya atomî kar dike, ku dişibe bajarokekî biçûk, zêdetir ji çar hezar kes û 8 birhêlên firokeyan tê de hene.

Şandina USS Ford bo herêmê weke sembola bihêz ya piştgîriya Amerîka bo Îsraîlê dide diyar kirin, piştî ku Îsraîl rastî êrîşên Hamasê yên 7'ê Cotmehê hatî.

Amerîka sê caran dema mana USS Ford li herêmê dirêjkir, bi armanca ku hişyarîyê bidin Îran û komên hevalbendên wê, bi taybetî Hizbullaha Libnanî, berî ku şerê li dijî Îsraîlê bikin.

Wezîrê berevaniyê hewildanên karmendên keştiya USS Ford bi taybetî di şopandina aloziyên navbera Îsraîl û Hizbullahê de bilind nirxand.

Austin di peywendîyeke telekonferansê de ku li ser sîstema intercoma keştiyê hate weşandin got, "Ev keştiya firokhilgir û tîma wê dîrokê diafirînin, destkeftên herî mezin ku bidest dixe ew e ku rê li hember derketina kiryarên xerab digire."

Wî her wiha got, "Çaxê ku li herêmê tengezarî hebe, hûn hemû stûneke bingehîn bûn ji bo pêşîgirtina li pevçûneke herêmî ya berfireh."

Austin got, "Yek ji armanca me ew e ku piştrat bikin ku krîza Gazayê nekeve nava pevçûneke herêmî. Bi dîtina min, me di rêvebirina vê yekê de karekî baş kir."

Wezîrê Amerîka serdana xwe ya ser keştiya firokhilgir di çarçova serdana xwe ya li rojhilata navîn de pêk anî, ku çûbû Îsraîl, Qeter û Behreynê.​

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG