Serokê Amerîka Joe Biden li Qesra Spî îşev li dor bûyera kujer ya li dibistana seretayî ya Robb li bajarê Uvalde yê Teksas gotarek pêşkeş kir û got.
"Hêviya min ew bû dema bibim serok ez carek din vêya nekim, nebînim," Serok Biden ku xanima yekê û mamosteya dêrîn Jill Biden li kêleka wî bû bi dengekî xemgîn got, "Komkujiyek din. Li Uvalde, Texas. Dibistanek seretayî. Xwendevanên pola duyem, sêyem û çaremîn yên jêhatî, bêguneh. Û çendîn zarokên biçûk yên ku bûne şahid kanê çi rû dide, dibînin ku hevalên wan tên kuştin, mîna ku ew li qada şerî ne, ji bo xwedê. ewê heta dawiya jiyana xwe pê re bijîn, û li bîra wan bimîne."
Biden di gotara xwe de dîsan bal kişand ser qedexeya çekan û got "Ev tenê li Amerîka çê dibe" Wî got "nabe zarokek here û bikare çek bikire, ev çewtî ye."
Biden da zanîn û got, divê em li hember komên Lobîya bazirganiya çekan dikin û piştevaniya wê dikin rawestînin, û got dem hatiye êdî ev êş wergere kar kirinê.
Li aliyek din Serokê Berê yê Amerîka Barak Obama hemdem li gel afixtina Serok Biden, wî jî di hesaba xwe ya fermî de, twîtek weşand û got "Li seranserî welat, dayûbav zarokên xwe li nav nivînan radizînin, bo wan çîrokan dibêjin, laylayê bo wan distirin, di fikra wan de heye û ew ne rihetin derbarê ku sibe zarokên wan herin dibistanê, yan jî dema wan dibin dukanekê yan her meydaneke giştî ya din, ew nizanin kanê dê çi biqewime."
Îro Sêşemî, çekdarekî 18 salî çû dibistaneke seretayî li başûrê rojavayê Teksasê û li wê derê xwendekar û mamoste kuştin.
Sentor Gutierrez, senatorê civata eyaleta Teksasê di daxuyaniyekê de ji CNN re ragihand ku çavkaniyekî polîsên dewletê jê re gotiye hejmara miriyan gihîştiye 18 zarok û sê mezinan.
Parêzgarê eyaleta Teksasê Greg Abbott berî niha ji rojnamevanan re gotibû ku navê kesê çekdar Salvador Ramos ê 18 salî ye û paşî ji alîyê polîsan ve hate kuştin 2 efser birîndar bûn lê Abbott got birîna wan ne giran e.
Karbidest dibêjin ew çekdar take kes bûye bi tena serê xwe kirîye.
Gulebaran li Dibistana Seretayî ya Robb li bajarê Uvalde yê Teksasê pêk hatiye.
Abbott ji rojnamevanan re axivî û got, "Bi rengekî tirsonek gule berdan û 14 xwendekar û mamosteyên ku nayên qerebû kirin kuştine." Ramos ê çekdar yê teqe kirî hatiye kuştin, weha tê bawer kirin ku polîsan çekdar kuştîye."
Û got, "Tê bawerkirin ku kesê çekdar ji erebeyê derket û bi çeka xwe ket di nava dibistana seretayî ya Robb'ê ya li Uvalde. Wî got "Dibe ku çeka wî ya mezin hebûya, lê li gorî rapora dawî ya ku min standî, hê nehatiye piştrastkirin."
Ev gulebarandine yek ji bûyerên herî kujer yên li dibistanên Amerîkî bû, piştî ku li kanûna pêşîn ya 2020, dema ku çekdarek 26 kes kuştin li dibistana seretayî ya Sandy Hook ya Connecticut, ku 20 ji wan zarok bûn.
Sala 2018 'an li Parkland a Eyaleta Florîdayê xwendekarê Dibistana Bilind ya Marjorie Stoneman Douglas High School, 17 xwendekar û mamoste kuştibûn.