Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Dr. Îlhan Uzgel Gotara Salane ya Biden Dinîrxîne


Gotara Salane ya Serok Joe Biden ya şeva Çarşemê li Tirkîyê jî bi baldarî hate temaşe kirin.

Pisporê têkilîyên navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Uzgel gotar û sîyaseta salane ya serok Biden ji Dengê Amerîka re nirxand.

“Biden di sîyaseta derve de, di demokrasî, wêdayî Atlantîk û ligel hevkarên xwe xurtkirina têkilîyan de, bi tevahî nebe jî lê di hin waran de de rewşeke erênî pêk anîye.”

Akademîsyênê sîyaseta derve Uzgel, piştî ku Biden hate ser kar di derbarê rêvebirîya Biden de gelek nirxandin nivîsîbû.

Uzgel ser sala yekê ya seroktîya Biden dîyar kir ku wî di sîyaseta derve û hundir de, ser tiştên ku dixwest bike, bi tevahî ser neketîye.

“Joe Biden di sîyaseta derve de bi armancên mezin nehat. Çend armancên wî hebûn. Dixwest ku demokrasîyê derxîne pêş, ligel wêdayî Atlantîkê û hevkarên xwe têkilîyên xurt ava bike.
Gava em van xalan yek yek dinêrin em dikarin bêjin ku di warê demokrasîyê de hin gav hatibe avêtin jî - di Berfanbara 2020'an de Konferansa Demokrasîyê darxistibû -lê têra ku Biden dixwest pêşketin derneket holê. Ez dikarim bêjim ku di warê wêdayî Oqyanusa Atlantîk de hin kêmahî hebin jî , bi Koreya Başûr, Avustralya, Japonya û bi hin welatên din re pêşketin çêbûn,” Uzgel got.

Biden, di Gotara Salane de li ser êrîşên Rûsyayê yên hemberî Ukraynayê jî sekinî bû.
Uzgel helwesta Biden ya di derheqê Ukraynayê de jî şîrove kir.

“Biden di gotara xwe ya salane de careke din dîyar kir ku Amerîka wê piştgirîya Ukraynayê bike. Lê, dema ku Rûsyayê hêza leşkerî dijî Ukraynayê bikar anî, sîyaseta Amerîka û Ewrupa bir ser heman xetê. Ev hewla Rûsyayê hem NATO bi hêz kir û hem jî têkilîyên ligel Atlantîkê xurt kir. Di bin rêvebirîya Biden de cara yekê ku bloka Rojava ewqas xurt bû. Rûsya di vî şerî de bi qezenc derkeve jî, di warê stratejîk de bloka Rojava serket û kete nav merheleke nû. ”

Uzgel herwiha saleke têkillîyên Amerîka û Tirkîyê jî nirxand û da zanîn ku rêvebirîya Biden xwe ji welatên ku dûrî demokrasîyêne, dûr dixe.

“Têkilîyên Tirkîye û Amerîkayê ne wek berê ne. Biden pir naxwaze ku bi, rêvebirîyên ku dûrî demokrasîyê ne re, hevaltîyê ava bike. Tirkîye, Rûsya û Misir hin ji wan dewletan e. Amerîka bi van dewletan re têkilîyên herêmî qut nake, lê hevdem pir naxwaze ku têkilîyên şexsî jî ava bike. Ligel Tirkîyê hevkarîyên herêmî heye, lê yên şexsî tuneye. ”

Uzgel dîyar kir ku heta niha Serokê Amerîkî heta niha Erdogan venexendiye Qesra Sipî, lê di dema Trump de rewş ne wiha bû, hevdîtin dihatin kirin.

Prof. Dr. Îlhan Uzgel ragihand ku heke Biden di pirsgirêke Ukraynayê de serketî be, wê hem di sîyaseta navxweyî û hem jî di sîyaseta derve de, pêş bikeve.

Hun dikarin bi lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.

Prof. Dr. Îlhan Uzgel Sîyaseta Salane Ya Joe Biden Dinîrxîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
XS
SM
MD
LG