Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Înce: Ger Tirkîye Dest Bide Kurdan Pirsa Sûrîyê bi Hêsanî Çareser Dibe


Piştî kuştina 36 leşkerên Tirk li Îdlîbê, nakokîyên navbera Rûsya û Tirkîyê zêdetir bûne.

Pispor pêşbînî dikin ku êdî di navbera du alîyan de rewşeke nû li Sûrîyê derdikeve holê.

Pirsa serekî ew e ku ji vî şundatir li pêşîya Tirkîyê pêvajoyeke çawa dê derkeve pêş? Ev şer dê gurtir bibe yan berbi çareserîyeke ve here?

Berpirsê Mafên Mirovan yê Partîya Dahatû, Vahdettîn Înce çareserîya bingehîn di xurtkirina têkîlîyên Tirkîyê û Kurdan de dibîne.

“Neh sal in ku li Sûrîyê şerek didome. Di demên dawî de diqewîmin wê pêvajoyeke nû bîne, lê ger Tirkîye bi Kurdan re têkîlîyên xwe bike nav xeteke erênî, wê gavê dê van pirsgirêkan gelek hêsan çareser bin. Lazim e ku ligel Ereban jî Tirkîye wisa bike.”

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û yê Rûsya Vladimir Putin 5’ê Adarê dê li Rûsya bicivin. Înce jibo çareserîya van kêşeyan vê civînê erênî dibîne.

“Em dibînin ku di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de şerekî germ destpê kir. Jibo dawîkirina vî şerî, ev hevdîtin girîng e. Piştî hevdîtinê wê çi derkeve ne zelal e, lê ev hevdîtin jibo çareserîya aştîyane derfeteke girîng pêk tîne.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:08 0:00


XS
SM
MD
LG