Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Vahap Coşkun: Biryar di Destê Gel de ye


Li gorî raportên nûçeyan, dibe ku di demekê nêzîk de sîyasetvanên Kurd dîsa serdana zîndana Îmralî bikin û bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan re bicivin.

Dr. Vahap Coşkun ji Zanîngeha Dîcleyê li Dîyarbekirê, dibêje ku pirsgirêka Kurd li Tirkîyê bi çek û rêyên ewlehî çareser nabe û jibo çareserîyê gerek rêya sîyasetê vebe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Coşkun dibêje “eger Ocalan jibo vekirina rêya sîyasetê peyamekê bide, ez bawer im di mesela Kurd de emê têkevin demekê nû.”

Birêz Coşkun herwiha dibêje ku biryar di destê gelê Kurd de ye û “gel piştgirtîya kî bike, peyva wî derbas dibe.”

Dr. Coşkun herwiha got ku di nav PKK’ê de “bitenê navkî heye ew jî Ocalan e û gel li pişt Ocalan disekine.” Profesorê Zanîngeha Dîcleyê herwiha got dema Ocalan biryara çekdananê bide, Qendîl nikare li hember biryara wî bisekine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG