Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Divê li Cîhanê %70 ji Xelkî Vaksîna li Dij Covid-19 Werbigirin


Grûpekê pisporên Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) bang bo vaksînkirina %70 ji rêjeya xelkê cîhanê dike, heta nivîa sala 2022ê ku peşîya pandemîya Covid-19ê were girtin ku dijwartir nebe.

Grûpa Pisporên Şêwirmendîya Stratejîk ya bi 15 kesan, ku wekî SAGE tê zanîn, pêşnîyaran bo polîtîka û stratejîyên WHO çedike, civîna xwe ya çar rojan bi dawî kir.

Pispor dibêjin, niha zêde vaksîn heye ku têra herkesî heta nivîa sala li pêşiya me dike, ger welatên dewlemend zêde vaksînan embar nekin û bi welatên hejar re bi wekhevî parve bikin ku niha piranîya wan nagehîjin vaksînê.

Rêvêbira vaksîne ya WHO Katherine O’Brien dibeje, divê vaksina Covid-19ê bi lez û bez bigehînin wan cihên ku di vaksînkirinê de li paş mane.

Pispor doza siyan ya vaksina covid-19ê ji bo kesên di bin riskê dane, pêşniyar dikin. O’Brien dibeje, vaksîna sêyemîn divê 1 an ji 3 mehan piştî wergirtina vaksina dûyemîn were danîn.

XS
SM
MD
LG