Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kempeyna Vaksînê ya li Amerîka ji New Yorkê Destpê Kir


Kempeyna karanîna vaksînan ya li Amerîka, li New Yorkê bi karmendeke saxlemîyê ya bi navê Sandra Lindsey destpê kir.

Sandra Lindsey ya li herêma Queens ya New Yorkê dixebite, piştî karanîna vaksînê dîyar kir ku ew xwe ‘’pir baş’’ hîs dike.

Karanîna vaksîna pêşî ya li Amerîka ji kanalên welêt bi awayekî zindî hat weşandin.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir ku vaksînê ‘’heyecan’’ çêkiriye û got ku ‘’Ez bawer dikim ku ew çek dikare vî şerî bi dawî bike.’’

Serok Donald Trump jî karanîna vaksîna pêşî ji Twitterê pîroz kir. ‘’Vaksîna pêşî hat karanîn. Pîroz be Amerîka! Pîroz be cîhan!’’ Trump nivîsî.

Vaksînên li Amerîka dê berê bo karmendên saxlemîyê û kesên li malên kal û pîran dimînin werin karanîn.

Belavkirina vaksînan ji alîya kompanîya Pfizerê ve tê kirin. Vaksîna li eyaletên li seranserê welêt hatiye belav kirin heta niha gihiştiye 145 navendan.

General Gustave Perna, ku serberpirsê belavkirina vaksîna vîrusa korona ye dîyar kir ku roja Sêşemê vaksîn dê li 425 navendan be û roja Çarşemê jî bigêhîje 66 navendên din.

Ji wan navendan re di qonaxa pêşî de bi qasî 3 mîlyon vaksîn hatine şandin.

Di daxuyanîyan de hatibû gotibûn ku ewê 6 mîlyon û 400 hezar vaksîn werin belav kirin. Vaksînên din yên ku divê sê hefteyan piştî karanîna ya pêşî werin karanîn bi wî awayî hatin parastin.

XS
SM
MD
LG