Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson & Johnson: Vaksînên Ewrupa Dê di Nîsanê de Werin Şandin


Kompanîya dermanan ya Amerîkî, Johnson & Johnson ragihand ku ewê vaksînên vîrusa korona yên pêşî di 19’ê Nîsanê de ji welatên Ewrupa re bişîne.

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) di 11’ê Adarê de karanîna vaksîna Johnson & Johnson pejirandibû.

Ew vaksîna yekdozî niha li Amerîka û Afrîqaya Başûr tê karanîn û Johnson & Johnson li Kanada jî serlêdana destûrê kiriye.

Karbidestên wê kompanîyê dîyar kiribûn ku wan vaksîn li seranserê cîhanê li ser 40 hezar kesan ceribandiye û ew dijî pêketinên giran yên vîrusa korona 84,5 ji sedê bi bandor e.

Niha li Ewrupa vaksînên Pfizer – BioNTech, Moderna û AstraZeneca têne karanîn.

XS
SM
MD
LG