Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Van Hollen: Divê Amerîka HSD'ê û Hikûmetê Vegerîne Ser Maseya Diyalogê

Kongrêsa Amerîkî
Kongrêsa Amerîkî

Senatorê Amerîkayî Chris Van Hollen got ku ew bi fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axivîye û piştgirîya xwe ji bo wan nîşan daye.

Senatorê Demokrat li ser platforma X’ê nivîsand ku pêwîst e “Amerîka ji hikûmeta Sûrîyê bixwaze ku demûdest agirbestê bi cih bîne. HSD’ê di şerê li dijî Daişê de hevkarê me yê sereke bûye û divê em piştrast bikin ku di pêvajoya entegrasyonê ya berdewam de bi wan re dadmendane tevbigerin.”

Van Hollen di heman posta xwe de wêneya daxuyanîyekê weşand û tê de behsa rewşa Sûrîyê dike.

Senatorê wîlayeta Maryland di daxuyanîyê de got, “piştî dehan sal ji şer û zordarîyê, handana seqamgîrîyê li Sûrîyê girîng e ji bo xelkê Sûrîyê û herwiha ji bo ewlekarîya herêmê. Ji ber vê yekê, ez pir bi xem im li dor pêşhateyên dawî li Sûrîyê.”

“Ez bi generalê HSD’ê Mezlûm re li dor van pêşhateyan axivîm, di nav de jî raportên ku behsa binpêkiina hikûmeta Sûrîyê ya agirbesta dawî dikin, di nav de jî li Kobanîyê,” Van Hollen got.

Wî anî ziman ku,” Pêwîst e Amerîka demûdest daxwazê ji hikûmeta Sûrîyê bike ku pêgir be bi agirbestê û êrîşî herêmên ku piranîya wan Kurd in neke. Girîng e ku Amerîka kar bike ku herdu alîyan vegerîne ser maseya diyalogê, berî ku ev agirbest bi dawî bibe û rêkeftineke dadmend ji bo întegrekirina HSD’ê di nava hikûmeta Sûrîyê de were pêkanîn.”

XS
SM
MD
LG