Li bajarê Wanê, roja Yekşemê serê sibê, polîs û tîmên taybet bi ser malekê de girtin. Hat ragihandin ku di serdagirtinê de pevçûn derketin û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hezên ewlekarîya Tirkîyê dibêjin ev kesên hatin kuştin leşkerên PKK ne, lê Kurd dibêjin ev kes sîvîl in.
Dengê Amerîka beşê kurdî derbarê van kuştinan, hevpeyvînek ligel Serokê Komela Mafê Mirovan ya bajarê Wanê Murat Melet pêk anî.
Melet dibêje; “Hezên ewlekarîyê dikarîbûn van kesa sax bigrin, lê biryara kuştina wan hat dayîn.”
Temamiya hevpeyvînê di linka li jêr de heye: