Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Wanê Erdhejeke bi Hêza 5.3 Qewimî


Wêneyeke ji erdhêja Cotmeh 2011'an (Arşîv)
Wêneyeke ji erdhêja Cotmeh 2011'an (Arşîv)

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) îro Pêncşemê ragihand ku li herêma Wanê ya nêzî sînorê Îranê bi hêza 5.3 erdhej çêbû.

AFAD da zanîn ku navenda erdhejî bajarê Xoy ya Îranê ye ku 69 kîlometrê nêzî bajarokê Elbak (Başkale) ya Wanê ye.

AFAD bal kişand ku erdhej di kûrahîyeke 15 kîlometreyî de qewimî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li herêma Wanê di sala 2011an de erdhejeke bi hêza 7.1 qewimîbû û li gor AFAD 604 kes miribûn û 4,152 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG