Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer: Rojbîn Çetîn Hatiye Eşkencedan


Şaredara berê ya Artemîta Wanê (Edremît) Rojbîn Sevîl Çetîn, di 26ê mehê de li Amedê hat binçavkirin. Dema binçavkirina wê hat dirêj kirin heta 8ê Tîrmehê.

parêzerê wê Mehmet Oner dibêje, ew bawer dike jibo ku şopên îşkenceyên li bedena wê baş bibin, lewma dema binçavkirina Rojbîn Çetîn hatîye dirêjkirin.

Çetîn Endama Komîsyona Rêvebiriyên heremî ya HDPê ye jî û li ser biryara Dozgerîya Mêrdînê hatiye binaçvkirin.

Rojbîn Çetîn Şaredara berê ya Şaredara Edremîta Wanê
Rojbîn Çetîn Şaredara berê ya Şaredara Edremîta Wanê


Evûqatên wê fotografên wê kişandin û îdakirin, dema polêsan avêtîye ser mala wê, du seg berdane wê, ji lingên wê gez kirine. Li gorî rapora evûqatan, di lingê Çetîn de şopên diranên san hene.

Evûqata wê Gulistan Ataç fotograf kişandîye û dibêje dema ku Rojbînê dîtiye, jiber îşkencê nikaribûye bimeşe.

"Di lingê wê de ciyê gezê segan hebûn, binê çavên wê ji derbeyan reş bibûn. Min bi razîbûn û li ser daxwaza wê fotogarfan girtin, herwiha min xwest ev foto bibin delîl jibo ku li wê îşkence hatîye kirine"

Şopên eşkencedanê li Rojbîn Çetîn
Şopên eşkencedanê li Rojbîn Çetîn


Evûqatên Rojbîn Çetîn li dij polîsên ku avêtine ser mala Çetîn û ew binçav kirbûn, gilîyê dozgerîyê kirin.

Walitîya Amedê(Diyarbakir) li dij îddiayên ku îşkence li Çetîn hatiye kirin bi daxuyaniyek nivîskî ew îddia red kirin.

Raporta Amedê 04 07 2020 _Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00


XS
SM
MD
LG