Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Li Wanê Mafê Serketina Şaredarîyê li Şûna Berbijarê DEM Partî Dide AKP'ê


Neslihan Shedal and Abdullah Zeydan
Neslihan Shedal and Abdullah Zeydan

Komîta Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Wanê îro Sêşemê red kir ku belgeya mafê serketina di hilbijartinê de yê berbijarê bajarê mezin yê DEM Partî Abdullah Zeydan radest bike.

Li gor ragihandina YSK, mafên hilbijartinê yê Abdullah Zeydan du roj berîya hilbijartinan, di 29’ê Adarê de, li ser serlêdana wezareta dadê ya Tirkîyê paşde hatiye girtin û ev maf hatiye betal kirin.

Zeydan û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihandin ku YSK tevî berpirsîyarîya qanûnî ew li ser vê biryarê bi ti awayî agahdar nekirinê.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya şaxê Wanê serî li YSK da ku li şûna Zeydan, berbijarê wan Abdulahat Arvas wek serketîyê hilbijartinên bajarvanîya Wanê were erkdar kirin.

YSK ya Wanê piştî civînekê ferman da ku Zeydan nemafdarê hilbijartînê ye û biryar da ku Arvas mafdarê bajarvanîyê ye, jiber ku wî piştî Zeydan herî zêde deng bi dest xistiye.

Hejayê gotinê ye ku DEM Partî di hilbijartinên heremî yên di 31’ê Adarê de, tevî bajarvanîya Bajarê Mezin jî di nav de, 14 bajarvanîyên li Wanê bi dest xist û di Meclîsa Giştî ya Bajêr de jî bi ferqeke pir mezin qezenc kir.

Li gorî encamên ne fermî, Abdullah Zeydan li Wanê 245 hezar û 575 deng (% 55.5), berbijarê AKP’ê Abdulahat Arvas jî 120.147 hezar û 802 deng wergirtin.

XS
SM
MD
LG