Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vatîkan Ser Zewac û Berdanê Qanûnên Nû Derdixe


Vatîkan dibêje, Papa Francis wê îro Sêşemê jimareke qanûnên nû derxîne, bi mebesta hêsankirina prosesa berdanê di navbera jin û mêrên Katolîk de.

Ev qanûnên nû ji aliyê komîsyonekê ve berî salekê hatin çêkirin. Armanc jî ew e ku prosesa berdanê hêsan bibe û “prensîbên zewacê parastî bimînin.”

Li cem Krîstiyanên Katolîk têgeha berdanê û zewaca nû di navbera jin û mêran de tune ye û kesên ku hevdu berdidin wekî tawankar tên jimartin.

Lê, li gor qanûnên nû divê dadgehên taybet bi dêra Katolîk bigihêjin biryarekê ku zewaca berê neserkeftî bû heta ku zewaca nû rewa bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku bi salan gelek gazin li ser qanûnên zewacê li cem Katolîkan hebûn û ev qanûnên nû jî li ser bingeha wan gazinan hatine holê.

XS
SM
MD
LG