Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Îspanya Fermana Girtina Rêberên Katalan Vekişand


Dadgeha Pêdaçûnê ya Îspanya, fermana girtinê ya li seranserê Ewrupa ya bo Serokê Katalonya yê berê Carles Puigdemont û çar wezîrên berê rakira.


Dadgerê Dadgeha Pêdaçûnê ya Îspanya Pablo Llareno dîyar kir rêberên Katalan dixwazin berî hilbijartinên herêmî, ku dê di 21’ê Berfanbarê de li dar keve, vegerin welêt û wan ji ber vê yekê biryara girtinê bi şûnde standîye.

Siyasetvanên Katalan, piştî lidarxistina referanduma li Katalonya ya li bakurê rojhilata Îspanya serxwebûna yekalî ragihandibû. Hikûmeta Îspanya dabû zanîn ku biryara serxwebûnê dijî qanûnê ye û rêberên Katalan revîyabûn Belçîka.

Dadgehê dîyar kir ku siyasetvan hîn jî bi tawanên serhildana çekdarî û sorkirina bo serhildanê rû bi rû ne.

Serhildana çekdarî, li Îspanya yek ji tawananên herî mezin e û bo wê bi qasî 30 sal cezaya hepsê tê xwestin.

Rêberên Katalan, piştî fermana girtinê meha borî radestî karbidestên Belçîka bûbûn û piştî lêpirsînê hatibûn berdan.

Li ber bû ku dadgeha Belçîka di 14’ê Berfanbarê de bo siyasetvanên Katalan biryara radestkirina Îspanya bide. Siyasetvanên Katalan dîyar dikir ku ewê li Îspanya bi awayekî adil neyên darizandin û dijî radestkirinê derdiketin.

Pêr Duşemê jî 6 wezîrên Katalan yên berê, ku li girtîgeheke nêzî Madrîdê girtî bûn, bi kefaletê hatin berdan.

XS
SM
MD
LG