Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Veli Encu bi Tawana Terorê Tê Girtin


Yek ji nûnerê malbatên Roboskê Velî Encû bi tawana endamtiya rêxistina terorê hat girtin.

Velî Encu di 22ê Gulanê de dema ji mala xwe ya li gundê Robozikêv hat desteserkirin li ser medya civakî peyamek belav kir û agahî da ku leşkeran avêtiye ser mala wan.

Parêzera Velî Encu, Aycan îrmez e. Xanima Aycan da zanîn li Cizîrê lêpirsînek hatiye destpêkirin li ser îfadeya du zarokên temen biçûk ku xwestine bigîjin refên PKKê.

"Dı zarokên biçûk li dijî Velî Encu îfade dane gotine beriya ku ji sînor derbas bikin li mala Ferhat Encu bûne mêvan şîv xwarine."

Aycan dibêje Velî bawer dike ku li dijî wî komplpyek hatiye çêkirin û ew wan zarokan nas nake.

Birayê Velî Encu, Ferhat Encu jî di sala 2015'an de ji Şirnexê bû parlamenterê HDPê lê Ferhat jî di 2017'an de bi tawana endamiya rêxistina terorê hat girtin.

Di qetlîama Roboskê de birayê Velî, Serhat Encu (17) û 27 kes ji malabta Encu hatşn kuştin.

Di 28ê Kanûna 2011'an de du firokên şer yên artêşa Tirkiye li ser 34 gundiyên qaçaxçî bombe barandin û piraniya wan ji 17 salan biçûktir 34 gundî di bombebaranê de hatin kuştin.

Doza Roboskê 7,5 nîv dewam kir û di gulana 2018'an de Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê serdana doza Roboskê red kir. Bi redkirina dozê rêyên hiqûqî li doza Roboskê hat girtin.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00

XS
SM
MD
LG