Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela Dibêje Pirtir Leşkerên Rûsî Dikarin Werin


Putin û Maduro
Putin û Maduro

Cîgirê wezîrê derve yê Venezuela Ivan Gil îro Pêncşemê got ku di çarçoveya peymaneke nû ya leşkerî de, ne dûr e ku di demên pêş de pirtir karmendên leşkerî yên Rûsî werin welatî wî.

“Jimareke pisporên leşkerî, li gor peymana me aniha li Venezuela ne ku hevlarîya leşkerî xurt bikin,” Gil ji ajansa Interfaks ya Rûsî re got.

Wî bi berdewamî got ku demeke vekişînê ji hêzên Rûsî re nehatiye dîyar kirin û heta ku pêdivî bi wan hebe, ewê li Venezuela bimînin.

Hikûmeta Amerîka hefteya borî hişyarî dabû ku hember hebûna leşkerî ya Rûsan li Venezuela, tole jî di nav de, ew dikarin dijî Rûsya hîn gavên berbiçiv bavêjin.

XS
SM
MD
LG