Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Mafê Penaberiyê Dide Serokê Opozîsyona Venezuelayê


Edmundo Gonzalez Urrutia, bernijarê opozisyonê di hilbijartinên borî de li Venezuela
Edmundo Gonzalez Urrutia, bernijarê opozisyonê di hilbijartinên borî de li Venezuela

Karbidestên Venezuela û Îspanî şeva borî gotin, Serokê opozîsyona Venezuela Edmundo Gonzalez Urrutia welat; xwe bicih hicih hiştîye û jibo daxwaza mafê penaberîya siyasî çûye Îspanya,

Cîgira Serokê Venezuela Delcy Rodriguez ragihand ku Gonzalez welat terikandîye, piştî ku "çend roj berê bi dilxwazî li balyozxaneya Îspanya ya li Caracas serî li penaberîya siyasî daye."

Wezîrê Derve yê Îspanya Jose Manuel Albares li ser X'ê got ku, "Edmundo Gonzalez bi firokeyeke Hêza Esmanî ya Îspanya ji Caracasê ber bi Îspanyayê ve derket rê."

Albares hevdem dîyar kir ku Urrutia daxwaza penaberî ya siyasî kiriye û Îspanya wê "bêguman" wî mafî bide wî.

Gonzalez yê 75 salî ku di hilbijartinên 28’ê Tîrmehê de, dijî Serok Nicolas Maduro bû namzedê seroktîyê yê opozîsyonê.

Dezgeha hilbijartinê ya Venezuela serketina Maduro ya di hilbijartinê de ragihand, ku bi nêzî ji sedî 52 dengan, dewreya sêyemîn ya seroktîya qezenc kir.

Lê opozîsyon, dibêje di hilbijartinê de sextekarî hatine kirin, Gonzalez ji sedî 67 deng wergirtine û divê ew bibe serokê Venezuela.

Vê hefteyê dozgeran ji bo Gonzalez biryara girtinê dabûn, bi tawanbarîya weşana onlaynî ya encamên hilbijartinê, destdayîna ser erkan, sextekarî di belgeyên giştî û darxistina komployan.

Hilbijartina nakokbar, Venezuela xistiye nava qeyraneke siyasî û tepeserkirina hikûmetê li ser xwepêşanderan li kolanan; ku herî kêm 2400 kes hatine desteserkirin û pevçûnên girêdayî xwepêşandanan jî bûne sedema mirina 23 kesan.

Washington û welatên din yên Rojavayî jî helwesta Maduro şermezar dikin û dibêjin wî şertên peymana hilbijartineke serbixwe û dadmend bicih neanîye û di encaman de sextekarî kiriye.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez roja Şemiyê di civîneke partîya sosyalîst de axifî û Gonzalez Urrutia mîna "qehremanek ku Îspanya wê dest jê bernade" bi nav kir.

Jêder: Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG