Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Venezuela Dibêje ku Hewila Darbeya Leşkerî Didome


Hikûmeta Sosyalîst ya Venezuela îro Sêşemê ragihand ku li paytext Karakas “hewila darbeyeke leşkerî” didome.

Wezîrê ragihandinê Jorge Rodriguez got ku ew vê gavê dibînin ku komeke biçûk ya karmendên leşkerî, li nêzî bingehekê ketine nav îxanetê ku hikûmetê gêr bikin.

“Em bang li gelê xwe dikin ku bi hişyarîya asta herî bilind piştgirî bide artêşa Venezuela ku darbekaran têk bibe û aştîyê biparêze,” Rodriguez ji ser hesaba xwe ya Twitterê got.

Rêberê opozîsyonê Juan Guaido ligel hin leşkeran derketibû kolanan û îdia kir ku ew jî li dijî Nicolas Maduro tev li wî bûne.

"Îro leşkerên wêrek, welatperwerên wêrek, jin û merên bêtirs, jibo piştgirîdana qanûna bingehîn beşdarî me bûne,” Guaido got.

Rêberê oposîzyonê Leopoldo Lopez, ku di bin çavdêrîya nav malê de bû, li ba Guaido xuya bû û got ku ew jî hêla leşkeran hate berdan ku piştvanîya Guaido dikin.

Lê, wezîrê Berevanî Vladimir Padrino ji ser Twitterê got ku rewişa bingehên leşkerî û seranser welêt normal e û artêş bi pêgirî piştgirîya Maduro dike.

XS
SM
MD
LG