Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela: Cîgirê Serokê Parlamana Neteweyî Hat Desteser Kirin


Edgar Zambrano û Juan Guaido
Edgar Zambrano û Juan Guaido

Cîgirê Serokê Parlamana Neteweyî ya Venezuela Edgar Zambrano ji alîyê karbidestên îstixbaratê ve hat desteser kirin.

Balyozxaneya Amerîka li Venezuela, ku navenda wê niha li Washingtonê ye, dîyar kir ku divê Zambrano demûdest were berdan û da zanîn ku ger ew serbest nemîne ewê encamên vê bûyerê hebin.

Zambrano berî were desteser kirin ji Twitterê ragihand ku ew ji alîyê karbidestên îstixbaratê ve hatiye sekinandin û jiber ku nexwstiye ji wesayîta xwe peya be wî bi zorê dibin.

Rêberê opozîsyonê Juan Guiado ji Twitterê got ku ‘’Rejîmê cîgirê serokê welêt revand’’

Karbidestên hikûmeta Nicolas Maduro, Zambrano bi ‘’hewildanê darbeyê’’ tawanbar dikin û dîyar dikin ku ewê were darizandin.

XS
SM
MD
LG