Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Venezuela Dest bi Vekolîna Hilbijartinê Kir


Serdozgerîya Venezuela, bo civîna endamên meclîsa damezrêner were asteng kirin, serî li dadgehê da.

Endamên meclîsa damezrêner, ku hefteya borî hatibûn hilbijartin, dê bo çêkirina qanûna bingehîn bicivîyana.

Serdozgerîyê, di serlêdanê de dîyar kir ku derbarê hilbijartina endamên meclîsa damezrêner, îdiayên manîpulasyonê hene. Luisa Ortega Diaz ya Serdozger, do Pêncşemê dabû zanîn ku wan, ser îdiayên nepixandina rêjeya beşdarbûna hilbijartinê vekolîn daye destpê kirin.

Sazîya sîstema elektronîk ya hilbijartina Venezuela, Smartmatic, ragihandibû ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye.

Komîsyona Hilbijartina Venezuela dîyar kiribû ku 8,100,000 hilbijêr beşdarî dengdanê bûne, lê li gor Smartmaticê komîsyonê bi kêmî ve, 1,000,000 kes zêde nişan daye.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro îdiayên ser sextekarîyên di hilbijartinê de pûç dike.

Rikeberîya Venezuela jî dide zanîn ku meclîsa damezrêner ya bi 545 endam, hemî alîgirên Maduro ne, loma jî meclîsê boykot dike.

XS
SM
MD
LG