Li seranserê Venezuela elektrîk careke din qut bû.
Ji 23 eyaletên Venezuela li 18’an elektrîk tune û li Caracas paytayt jî ew kêşe didome.
Wezîrê Ragihandinê Jorge Rodrigues dîyar kir ku elektrîk jiber ‘’êrîşên elektromanyetîk’’ çûye.
Di meha Adarê de jî li seranserê Venezeula elektrîk qut bûbû û ew qutbûn bi qasî hefteyekê dewam kiribû.
Dîsa di meha Nîsanê de jî elektrîk çûbû, lê ew kêşe di çend demjimêran de hatibû çareser kirin.
Serokê Venezuela Nicolas Maduro jiber qutbûna elektrîkê yên berê Amerîka tawanbar kiribû.
Rikeberîya Venezuela ser qutbûna elektrîkê hikûmetê tawanbar dike û dide zanîn ku berpirsên binesazîyê karên xwe nakin.