Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Venezuela: Guadio Qanûna Bingehîn Binpê Dike


Wezîrê Berevanî yê Venezuela Vladimir Padrino Lopez dîyar kir ku artêşa wî welatî dê nêhele ku Juan Guadio, ku wek serokê demkî ragihandibû, welêt parçe bike.

Lopez bi fermandarên payabilind re preskonferansek li dar xist û da zanîn ku Guadio dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro hewildana darbeyê kiriye.

‘’Daxuyanîya Guaido ya dijî serokê rêwa Nicolas Maduro li demokrasîya me heqaretek e û binpêkirina qanûna bingehîn e’’ Lopez got.

Wî dîyar kir ku di pişt hewildana Guaido de tilîya dewletên derve hene.

Maduro piştî preskonferansa Lopez ragihand ku ewê balyozxane û hemî konsulxaneyên Amerîka yên li Venezuela bigire.

XS
SM
MD
LG