Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Nakokbar Yên Venezuela de Hevalbendên Maduro Serdikevin


hilbijartina parlamentoyê Venezuela
hilbijartina parlamentoyê Venezuela

Ajansa Reuters Duşemê 7ê Kanûnê ragihand ku hevpeymanîya Serokê Venezuela Nîcolas Maduro di hilbijartina parlamentoyê de, tevî beşdarbûna kêm û boykota opozîsyonê, piranîya dengan wergirtîye.

Encûmena hilbijartinan dîyar kir ku di hilbijartinên roja Yekşemê de, 5.2 mîlyon deng hatine dan, tenê % 31 hilbijêrên xwedî maf beşdar bûne.

Herwiha, hevpeymanîya partîyên bi navê Enîya Mezin ya Welatparêz ku piştgirîya Maduro dike, ji % 67.6 dengan bidest xistîye.

Berpirsa encûmena helbijartinan Îndira Alfonzo diyar nekir ku li gorî ku heta niha ji % 82 dengên hatine jimartin, hevalbendên Maduro dê ji hejmar 277 kursîyên parlemenê çend kursî qezenc kirinne.

Hevdem, Alfonzo destnîşan kir ku partîyên ku xwe wek dijberên Maduro bi nav dikin ji % 17,95 deng bidest xistine. Lê, tê gumankirin ku ew partîne jî hevalbendên veşartî yên Maduro bin.

Maduro ser encamên dilbijartina parlamentoyê di televîzyonê de axifî û got ku niha meclîsa neteweyî ya nû Venezuela heye. Maduro weha got "Bê guman serfirazîyeke mezin e."

Encûmena hilbijartinan bêyî beşdarbûna opozîsyona welat hate damezrandin û Maduro red kir ku destûrê bide çavdêrîya hilbijartinê ya rewa.

Rêberê opozîsyona Venezuel Juan Guaido, serokê kongreya niha, li ser Twitterê bertek nîşanî encamên hilbijartina parlementoyê da, Guadio got "Piştî gefan, revandina partîyan, sansur, çêkirina encamên sexte, karanîna terorê, Maduro û hevalbendên wî tiştên ku me digotin radigihînin - xapandinek bi% 30."

Hejayî bîrxistinêye ku tevî pirsgirêkên girîng yên aborîya têkçûyî, bernameya toleyên êrişkar yên Amerîka û koçberîyek girseyî, kontrola parlementoya Venezuela dîsa ket bin desthilatdarîya Maduro.

Lê, di heman demê de, ev encam dibe ku hinek derfetan bide Maduro ku rewşa pir xirab ya aborîya welat di hinek astan de, çareser bike.



XS
SM
MD
LG