Venezuela jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona li seranserê welêt karantîneke yek hefteyî ragihand.
Serokê Venezuela Nicolas Maduro biryara ser karantîna giştî, ku dê di navbera 18 û 24’ê Rêbendanê de bidome, ji Twitterê eşkere kir.
‘’Ez bang li herkesî dikim ku ji vê hefteyê pê ve bi aweyekî baldar, hişyar û hevpar li gor rêzikan tevbigerin.’’ Maduro nivîsî.
Wî ji welatîyan xwest ku di rewişên demûdest de berevanîya xwe bikin, wisa derkevin derve û bi awayekî ewle vegerin.
Li Venezuela herî dawî di navbera 4 û 10’ê Rêbendanê de karantîna giştî çêbûbû.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Venezuela heta niha 119,803 kes bi vîrusa korona ketine û 1,106 kes bi wê mirine.