Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Venezuela: Emê bo Berevanîya Mafên Xwe Dest bi Hewildanên Nû Bikin


Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi 16 nûnerên 16 dewletan re civînek li dar xist.

Arreaza piştre bi preskonferansekê da zanîn ku Amerîka li gor hiqûqa NY’ê tevnagere û maytekirinê li karên navxweyî yên Venezuela dike.

‘’Mafê Amerîka tune ku mudaxaleyî karên navxweyî yên welatekî bike û dijî wê toelyan ragihîne. Ew tenê erka NY û sazîyên girêdayî wê ne’’ Arreaza got.

Wî dîyar kir ku ewê bo berevanîya mafên xwe, bi nûnerên NY’ê re dest bi hewildanên nû bikin.

Nûnerên 16 dewletan, ku di nav wan de yên Rûsya, Çîn, Îran, Koreya Bakur û Sûrîyê hebûn, beşdarî preskonferansa Arreaza bûn.

Amerîka û jimareke welatên rojava, li hember Serokê Venezuela Nicolas Maduro, piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dikin.

XS
SM
MD
LG