Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Venezuela û Nûnerên Maduro Dê bo Çareserîya Sîyasî Bicivin


Opozîsyona Venezuela dê bi navbeynkarîya Norweçê bi nûnerên Serok Nicolas Maduro re kom bibe.

Hevdîtin dê bo bidawîkirina kêşeya sîyasî ya wî welatî li Barbadosê li dar keve.

Rêberê rikeberîyê Juan Guaido, ku zêdetirê 50 dewlet wî wek serokê Venezuela nas dikin, dîyar kir ki hevdîtin dê bo çareserîyeke mayînde çêbin.

Karbidestên Norweçî didin zanîn ku hevdîtin dê vê hefteyê destpê bikin.

Wezîrê Ragihandinê yê Venezuela Jorge Rodriquez ji Twitterê daxuyanîya hikûmeta Norweçê par vekir lê ti şirove nekir.

Maduro got ku ew piştgirîyê dide hevdîtinan û bi wan bawer e.

Berê jî her du alî kom bûbûn, lê ji civînê ti encam derneketibû.

Li gor şirovekarên sîyasî piranîya opozîsyonê bi hevdîtinan bawer nakin.

XS
SM
MD
LG