Îro li Amerîka Roja Leşkerên Dêrîn (Veterans Day) e. Di vê rojê de jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine, bi awayên rengûreng tên bi bîr anîn.
Di vê roja bêhinvedana federalî de, ku ji sala 1918ê vir ve tê pîroz kirin, gelek bernameyên taybet tên darxistin û bal li ser fêdakarîya jin û mêrên Amerîkî tên kişandin.
Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî nirxekî kêm xizmet didin leşkerên dêrîn û gazîyên Amerîkî û malbatên wan.
Di merasîmeke taybet ya bîranîna vê rojê de, pir caran serok serdana Gora Leşkerê Nenas (Tomb of the Unknown) ya li Goristana Netewî ya Arlingtonê dike û guldesteyek datîne ser gorê.
Hêjayî balkişandinê ye, di Roja Leşkerên Dêrîn de gelek programên taybet yên wek nîşandana fîlm, konsertên taybet tên darxistin û meş û rêdeçûn li seranser Amerîka têne kirin.