Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka di Nava Korona de Pêşwazîya Roja Leşkerên Dêrîn Dike


Jiffy Helton Sarver ser gora kurê xwe Joseph Helton, Jr., ku di 2009an d eli Îraqê hatibû kuştin (Mijdar 11, 2015 Georgia National Cemetery)
Jiffy Helton Sarver ser gora kurê xwe Joseph Helton, Jr., ku di 2009an d eli Îraqê hatibû kuştin (Mijdar 11, 2015 Georgia National Cemetery)

Îro Amerîkî di Roja Leşkerên Dêrîn (Veterans Day) de jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine, bi bîr anîn.

Di vê roja bêhinvedana federalî de, ku ji sala 1918'an vir ve tê pîroz kirin, bernameyên taybet tên darxistin û bal li ser fêdakarîya jin û mêrên Amerîkî tên kişandin.

Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî nirxekî kêm xizmet didin leşkerên dêrîn û gazîyên Amerîkî û malbatên wan.

Di merasîmeke taybet ya bîranîna vê rojê de, pir caran serokê Amerîka serdana Gora Leşkerê Nenas (Tomb of the Unknown) ya li Goristana Netewî ya Arlingtonê dike û guldesteyek datîne ser gorê.

Tevî ku di Roja Leşkerên Dêrîn de gelek programên taybet yên wek nîşandana fîlm, konsertên taybet tên darxistin û meş û rêdeçûn têne kirin jî, îsal jiber pandemîya vîrusa korona bernameyên girseyî nayên kirin.

XS
SM
MD
LG