Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Rojnamevanên Britanî û Wergerê Wan li Dîyarbekirê Hatin Girtin


Yek ji twîtên herî dawî ya rojnamevanê girtî Jake Hanrahan

2 rojnamevanên Brîtanî ku jibo Vice News ya Amerîkî dixebitîn, ligel wergerê xwe li Amedê hatin girtin.

Rojnamevan Jake Hanrahan, kameravan Philip Pendlebury û wegerê wan, tevî şoforekî jibo bûyerên Bakurê Kurdistanê bişopînin hatibûn Amedê û 27ê mehê li ser gilîya bi telefonê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteser kirin.

Dadgehê do Duşemê, bi sedema alîkarîdana rêxistineke neqanûnî biryara girtina wan 3 rojnamevanan da, lê navê wê rêxistinê eşkere nekir.

Avûqatê rojnamevanên girtî Ahmet Ay îdiayên alîkarîya DAIŞê red kir û got, di îdianameya dozgeriyê navê ti rêxistinan nehatiye destnîşan kirin.

Ay got, dozgerî gelek dîmen û wêneyên ku ji alîyê rojnamevanan hatiye girtin jibo girtina wan kiriye hicet.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00

XS
SM
MD
LG