Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriya Beriya Civîna Vîyenna Arabistana Saudî Bi Tûndî Rexne Dike


Roja Pêşemê berî cîvîna Viyenna bê destpêkrin, wezîrê ragihandina Sûrîyê Omer Al Zoghby di axiftina xwe ya di Al-Ikhbar TV de, Arabistana Saudî weke tawanbar di şerê Sûriyê dît û got" Arabistana Saudî nikare hîç rolek berhemdar di pirsgirêka Sûriyê de bibîne, jiber ku, wê dest di riştina xûna Muslimanan de heye li Sûriyê, Yemen û Iraqê".

Al Zoghby ev rexnên xwe arastey Arabistana Saudî kirin, berîya beşdarî civîna Viyenna bibe ku dê aliyên sereke yên weke Amerîka, Rûsiya, jibo cara yekê Îran û Arabistana Saudî bi hevre beşdarî civînê bibin.

Rojekê berî civînê wezîrê derve yê Arabistana Saudî, Adel Jubeir got bû, di çarerserî û veguhastina siyasî de li Sûriyê, divê Assad hîç rolekî nebîne, ev jî bibû ciyê rexne û nerazîbûna karbidestên Sûrî.

Wezîrê derve yê Rûsiya da zanîn ku, divê hemû aliyên beşdar di civîna Viyenna de, hevraman bin , jibo rewşa navxweya Sûriyê û şerê ku ev pitir ji çar salne tê berdewam kirin, çareseriyek jê re bê dîtin û Sûriya aram bibe, ev gotin liser zarê Maria Zakharavoa peyvadra wezîrê derve yê Rûsiya hatin kirin.

Wek tê zanîn wezîrê karê derve yê Amerîka John Kerry û hevpîşeyê wî yê Rûs Sergei Lavrov, herweha welatên herêmê yên xwedî bandor tevî niwênerê dewleta Sûrî û hêzên Opozisyonê dê di civîna Viyenna de di beşdar bin.

XS
SM
MD
LG