Bi deh hezaran kes îro Duşemê serdana Dêra St. Peter ya li Vatîkanê dikin da ku meytê papayê berê Benedict XVI bibînin û rêzdarîya xwe nîşan bidin.
Berî ku Dêra St. Peter ji gel re were vekirin, Serokê Îtalî Sergio Mattarella û Serokwezîr Georgia Meloni kesên pêşîn bûn ku di rêzgirtinê de hazir bûn.
Temrê Benedict XVI wê heya şeva Çarşemê ji serdana gel re vekirî bimîne û roja Pêncşemê li Qada St. Peter merasîma binaxkirina wî bi seroktîya Papa yê niha Papa Francis wê were darxistin.
Rêvebirîya bajarê Roma ragihand ku çaverê ye ku heta şeva Çarşamê rojê 30-35 hezar kes serdana cenazeyê Benedict XVI bikin û roja Pêncşemê di merasîma binaxkirinê de jî wê navbera 50-60 hezar kes amade bin.
Karbidestên Îtalî da zanîn ku li Roma tedbîrên ewlehîyê hatine xurt kirin û roja Pêncşemê wê qada esmanî ya ser Meydana San Pietro ya Vatîkanê ji firînan re were girtin.
Benedict XVI di 2005’an de wek Papa hatibû hilbijartin, lê wî di 2013’an de di 85 salîya xwe de, nexweşî û kalbûna xwe sedem nîşan dabû û karvekişîna xwe dabû ku di nava 600 salan de kesê yekê ku bû ku heta mirinê li ser kar nemabû.
Hêjayî balkişandinê ye ku vi vê merasîmê wê bibe cara yekê ku merasîma meytê papayekî ji hêla papayekî din ve were rêvebirin.
Jêder: Reuters