Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belarûs 14 Sal Cezayê Zindanê li Rêberê Opozîsyonê Babariko Dibire


Viktor Babariko
Viktor Babariko

Hikûmeta Belarûsê îro Sêşemê bi îdiaya bertîl û perexwarinê 14 sal cezayê zindanê li berbijarê berê yê seroktîyê Viktor Babariko birî.

Babariko yê 57 salî van îdiayan bi tundî red dike.

Di anketên meha Hezîranê Babariko wek berbijarê herî xurt yê opozîsyonê dihat dîtin ku bikaribe desthilata dûr û dirêj ya serokê niha Lukashenko bi dawî bîne.

Hevalbendên Babariko berî ragihandina biryara gotibû ku tawanên dijî wî jibo têkbirina armancên wî yên sîyasî, bi zanabûn hatine amade kirin.

Welatên Rojava û opozîsyona Belarûsê ya sirgûnkirî cezakirina îro ya dijî Babariko bi tundî şermezar dikin.

Yek ji rêbera serekî ya protestoyên li Belarûsê, Sviatlana Tsikhanouskaya got ku ew biryar nayê qebûl kirin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Minsk ya paytexta Belarûsê jî dijî biryarê ji ser Twîtterê bertek nîşan da.

"Saxtekarîya zalimane ya sîstema dadwerîya Belarûsê îro careke din nîşan dide ku rejîma Lukashenka wê jibo domandina desthilatdarîya xwe her tiştî bike," balyozxaneyê got.

Raporkara Taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Anais Marin roja Duşemê bang li Belarûsê kiribû ku demûdest 530 girtîyên sîyasî azad bike.

Marîn dabû zanîn ku li Belarûsê pirtir ji 35.000 kes jiber ku mafê xwe yên azadîya civîneke aştîyane pêk anîye yan jî piştgirîya xwe bi qurbanên destdirêjîyê nîşan daye, bi kêfî hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG