Yek ji serokên berê yên Komara Demokratîk ya Kongo Jacques Jaquim Yhombi - Opango jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest da.
Yhombi - Opango yê 81 salî li nexweşxaneyeke Parîsê derman dibû.
Berî ew bi vîrusa korona bikeve, li wî hin nexweşîyên din jî hebûne.
Wî di navbera 1977 û 1979an de seroktîya Kongo kiribû.
Vîrusa korona li seranserê cîhanê bi qasî 38,000 kes kuştine.