Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha di Canê 3000 Kesî de Hatiye Dîtin


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 80.

Vîrusa korona berê li Wuhan ya Çînê hatibû dîtin û piştre li welatên din jî belav bûbû.

Berpirsên saxlemîyê didin zanîn ku nexweşîya ji vîrusa korona ketiyê canê 3000 kesî.

Medya fermî ya Çînê radigihîne ku rewşa 300 nexweşên koronayî giran e.

Karbidestên saxlemîyê bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin, betlaneya sersala Çînê 3 rojên din, heta roja Yekşemê dirêj kiribûn.

Serokwezîrê Çînê Li Kegiang îro Duşemê serdana Wuhanê kir.

Jiber vîrusa korona li 10 bajaran tedbîrên berfireh hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG