Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 90,000 derbaz kir.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê vîrusa korona heta niha 94,807 kes kuştine.
Vîrusa korona herî zêde li ser Amerîka, Îtalya û Îspanya bandor çêkiriye.
Ew vîrusa ku di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 1,580,000 kesan.