Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê cîhanê 1,800,000 derbaz kir.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê 1,851,531 kesan û pirtir ji 114,00 kes kuştine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka belav bûye.
Li Amerîka 557,590 kes pêketîyên vîrusa korona hene û pirtir ji 22,000 kes bi wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.
Piştî Amerîka, bi 166,831 pêketîyan Îspanya û li dû wê jî bi 156,831 pêketîyan Îtalya tê.
Ew vîrusa ku Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) navê wê kir Covid-19 di Berfanbara borî de li Çînê derketibû.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 83,135 pêketîyên vîrusa korona hene û wê vîrusê pirtir ji 3300 kes kuştine.